Piştevanên mafên jinan li Îranê dibêjin 8 bizavkarên jin ji zindanê hatîne berdan, 25ên dî yên têda mayî dest bi greva birsê kirîye.
Polîs Tehranê roja Yêkşembî 33 bizavkarên mafên jinan li demê xwenîşandaneke li ber dergehê dadgehekê girtibûn. Wan jinan xwenîşandan dikir ji bo berdana pênc jinên ku li wî avahî dihatina dadgeh kirin.
Piştevanên wan jinên girtî roja Çarşembî got ew greva xwebirsîkirinê didomînin.
Rêkxistîyeke mafên mirovan ya bingeh li New Yorkê gazî hikûmeta Îranê kiribû ku dest ji wê doza li dijî wan jinan berdet û niha jî jê dixwazît ku xebatkarên dî jî ji zindanê berdet.
Komela ''Zêrevanîya Mafên Mirovan'' dibêjît destûrnameya Îranê û qanûna navneteweyî mafê xwenîşandana aştîyane piştrast diken.