Şah Ebdillahê Irdûnê gazî Welatên Yêkgirtî kir ku ji bo çareserkirina kêşeya li nav Îsraîl û Filistînîyan bibîte rêber.
Şahî roja Çarşembî ji civîna hevbeş ya her du civatên (civata nûneran û ya senatoran) Kongresa Amerîka ra gotarek xwend, û got pirsgirêka serekî ya li ber Rojhilata Navîn û dinyayê hemîyê, pirsa Filistînîyan e.
Wî got bila Amerîka ji bo damezrandina Filistîneke bihêz ya ku dikarît bijît xebatê biket da ku Îsraîlî û Filistînî bikarin bi hev ra bijîn.
Şah Ebdillahî got kiryara aştîyê ya bi gotina wî ''40 salên çûn û rawestanê'' mîratekî dijwar hêlaye û hîvî şkênandî ne. Wî got divêt encam ne heta salekê an pêncan lê îsal bêne wergirtin û divêt hikûmeta Amerîkî her û her roleke dîrokî bileyîzît.