Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ehmedînejad seredana Erebîstana Suudî dike


Serokê Îranî Mehmûd Ehmedînejad gehişte Erebîstana Suudî bu baskirna kêşeyêt herêmê digel şah Ebdullah.

Li Rîyadê, herdu rêbe dê basê bihêz kirna têkelîyên nêvbera welatêt wan û kêm kirina alozîyên Rojhilata Navîn diken.

Dezgehên ragehandina Îranî da xoyakirn ku herdu rêber herwesa basê kêşeya Iranê digel welatêt Rojava liser bernama navokî ya Tehranê diken.

Ev kombuneş berî konfiranseka parastinê ye li heftîya bihêt li Bexda ku ji bilî welatêt cîranên Iraqê, Amêrîka û Berîtanya pişkdarî têda diken.

Her wusa her li vê mehê kombîneke lutkeyî ya welatênt Ereb li Rîyadê tê kirn.

XS
SM
MD
LG