Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka xwe ji danustandinên digel Îran û Surîyê nadete paş


Civîna Bexdayê hikûmeta Îraqê rêkxistîye û dîplomatên wê dê digel yên ji welatên hevsînor û ji welatên endamên herdem yên Cıvata Tenahîyê ya Neteweyên Yêkgirtî, têda pişikdar bibin.

Bi wî awayî, ew dê bibîte yêk ji kêmeke caran ku nûnerên ji Welatên Yêkgirtî yên Amerîkî, Îran û Sûrîyê, her sê pêkve, dê bibine beşdarên heman kombûnê.

Washingtonê ji sala 1979ê were têkilîyên dîplomatîk bi Îranê ra nînin û peywendîyên wê bi Surîyê ra jî sar in û Tehran û Şamê gunehbar diket ku wan bi kiryarên xwe ve şerrê Îraqê şarandîye.

Balyoz David Satterfieldî gote rojnamevanan konferansa Bexdayê bi mebesta hindê ye ku pê biaxivin ka dê Îraqê çawa bikene welatekî tenatir û aramtir.

Lê bi gotina wî dîplomatî eger ji bo danûstandinên rasta xwe bi karbidestên Îranî û yên Surî ra derfetek hilkeft, ew dê tiştekî di cihê xwe da bît.

David Satterfieldî got eger dîplomatên Surî an yên Îranî xwe gihande karbidestên Amerîkî û xwest bi wan ra derbarê tiştekî bi mijara ''Îraqeke tena, aram û demokratîk'' ve girêdayî da biaxivin, Amerîkî xwe jê nadene paş.

Şîretvanê serekî yê karûbarên Îraqê yê Wezîra Derve Condoleezza Riceê got li her danûstandineke bi Îranîyan ra Amerîka dê behsê wan îddîayan biken ku çekên Îranîyan -- mîna bombeyên kunkirina zîrîpuşan – ji alîyê serhildayan ve ji bo êrişên li dijî leşkerê Amerîka li Îraqê têne bikar înan.

Balyoz Satterfieldî got Amerîka dê li têkilîyeke wesa du-alî digel Îranê wan gumanên xwe bînîte ziman – gumanên ji pişka Îranê bi dana wan çekan û hînûfêrkirina ji bo bikarînana wan çekan li dijî hêzên Amerîkî û hevpeymanan li Îraqê.


David Satterfield, ku dê digel balyozê Amerîka li Bexdayê Zalmay Xelîlzadî serokatîya şandeya Amerîka li konferansa li paytextê Îraqê biket, got Welatên Yêkgirtî li benda Surîyê ye ku bizaveke biket ji bo rawestandina hatina şerkerên bîyanî û çekan di Surîyê ra bo Îraqê.

Satterfieldî got serê pêşîn derbasbûna Jîhadîyan di tixûbên Surîyê ra. Ew cîhadî bi bahreke mezin berpirsîyarên êrişên bi bombeyan li nav Îraqê ne. Wekî êrişên salên berê, niha jî tiştên ku herro li ser televîzyonanan in karê bîyanîyan in. Û pirranîya wan bîyanîyan berdewam bi rêya Surîyê têne linav Îraqê.

Dîplomatê Amerîkî got divêt Surîye her wesa bibizivît li dijî kevne-Beesîyên Îraqî yên linav Surîyê biket ku xwudanên bahreke girîng in li dana diravî û birêvebirina serhildana Îraqê.

Çaverê tête kirin ku paş konferansa roja Şembî li Bexdayê, kombûneke berfirehtir li meha 4 Nîsanê bête kirin li rêza wezîrên derve û Wezîra Derve Condoleezza Rice digel hevberên xwe yên Îranî û Surîyê û wezîrên welatên dî têda bin. Reng e cihê wê konferansê Stenbûl bît.

Satterfieldî bi awayekî hişyarane geşbînîya xwe îna ziman ku nîşanên pêşîn çak in ji nexşeya nû ya hikûmeta Îraqê, bi piştevanîya serbazên Amerîkî, ji bo parastina Bexdayê.

XS
SM
MD
LG