Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malikî: Konferans nîşana çêtirbûna rewşa Îraqê ye


Serokwezîrê Îraqê Nuri el Malikî dibêjît konferansa navneteweyî roja Şembî li Bexdayê nîşan didet ku rewşa Îraqê çêtir lê têt.

Malikî îro li Bexdayê got ew kombûn her wesa delîlê hêza prosesa sîyasî li Îraqê ye.

Serokwezîrê Îraqê we got li demê serêdana bo navendeke derhînana elektrîkê li gerryaneke li kolanên Bexdayê. Ew seredana kêmek ji caran li sêyemîn heftêya kiryara parastinê ya hêzên Îraqî û Amerîkî li Bexdayê bû.

Dîplomatên ji welatên hevsînorên Îraqê û endamên herdem yên Cıvata tenahîyê yên Neteweyên Yêkgirtî (Amerîka, Brîtanya, Çîn, Fransa û Rusya) dê di civîna Bexdayê da beşdar bibin.

Ji alîyê dî ve, Leşkerê Amerîka dibêjît hêzên hevpeymanan îro terorîstek kuştîye, 16 bergûman jî girtîne. Dibêjin yêk ji girtîyan peywendîdarê el Qaîdê ye û berpirsîyar e ji bo revandin û serjêkirina mirovan û êrişên xwekuj li Ramadî û Musilê.

Li daxûyaneke dî, leşkerî got helîkopterên Apaçî 12 serhilda kuştîne ku roja Çarşembî li ser rêyeke rojava balefirgeha navneteweyî ya Bexdayê buseyek vedabû.

XS
SM
MD
LG