Li jimareka peqîna bi kêmî 40 kes li Iraqê hatin kuştin, rojek piştî hikumeta Iraqî daxaz ji cîranêt xwe kirn da alîkarîyê biken bu ragirtina tondûtîjî ya rojane li wî welatî.
Polîsê Iraqî roja yekşembî ragehand li hêrişeka xwekujî bu ser otombîlekê, ku Şî’e têda bu û li rêwresmêt olî li bajêrê Kerbela vedgeryaneve, bi kêmî 31 kes hatin kuştin.
Li peqîneka dî bi kêmî 10 kes nizîkî zanîngeha Mustensirîye li rojhelata Bexda hatin kuştin.
Herwesa li bajêrê Musil li bakora Iraqê sê kes li hêrişekê bu ser baregehê Partîya Islamî ya Kurdistanê hatin kuştin.