Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa qurbanîyên Helebçe piştî 19 salan hêj nebaş e

Ev roja înê, 16ê meha Adarê dibe nozdemîn salvegera kîmyabarankirina bajarê Helbçe yê Kurdan, ji alî Saddam Huseyn ve. Cara yekem hikumeta navendîya Iraqê deqîqeyeke bêdengîyê ragihand ji bo bîranîna qurbanîyên wê êrîşê. Belê peyamhinêrê Dengê Amerîka Barry Newhouse ji Erbîlê radigihîne ku hêj rewşa gelek qurbanîyan ne baş e û hin ji wan gazina ji hikumetê dikin ku hikumet ji bo alîkarîya wan zêde tiştekî nake.

Li sala 1988 îro, leşkerê Iraqê bi bomba, bi çekên kîmyewî û gaza xerdelê êrîş kir ser bajarê Kurdan, Helebçeyê, û pênc hezar kes kuştin. Ev êrîş perçeyeke kiryara bi navê “Enfal”ê bû, bi armanca tepeserkirina herêma Kurdan ya Iraqê bû ku piranîya gelê lê dijî Kurd in û ji zûve ye li dij desthilata hikumeta navendî têkoşînê dimeşandin.

Hikumet bi wê Kiryara Enfala ku xelkê pê ceza dikir û bi sirgunan, bû sebebê derkirin û bê cîh û war mana bi dehan hezar Kurdan. Belê Helebçe hêj yek ji xirabtirîn kiryarên leşkerê Saddam Huseyn e.

Xelkê Herêma Kurdistana Iraqê roja înê ew êrîş bi pênc deqîqeyên bêdengîyê bi bîranîn û cara yekem hikumeta navendî ya Iraqê jî bo deqîqeyeke bêdengîyê ew êrîş bibîranî.

Felah Bekir birêvibirê têklatîyên Derve yên Herêma Kurdistana Iraqê (KRG) ye û dibêje: “Ev îşareteke zelal e ku li Iraqê hin tişt guherîne û rojên bindestîya rejma dîktatorî û zordarîyê bi dawî hatîye û sîstemeke nû heye li Iraqê.”

Belê her ku pênasîneke mezintir bi Helebçe tê kirin jî, hin ji qurbanîyên wê êrîşê gazinan ji hikumetê dikin ku têr alîkarîya wan nake. Hêj bi hezaran kes ji ber encamên wê êrîşa kîmyewî zehmetîyeke sihhetê dikşînin. Li Helebçe jidayîk bûna zarokên nesax û jiberçûna zarokan gelek zêde ye. Hin ditirsin ku erd û ax jî hêj bi jahr e.

Di van mehên dawî de ji xelkê Helebçe gelek kes gazinan ji hikumeta Herêma Kurdistanê dikin û dibêjin hikumet tenê di vê rojê de ew êrîş bi bîr tîne lê belê heta dawîya salê bo alîkarîya wan zêde tiştekî nake.

Felah Bekir ew dîtin piştrast dike û di wê bawerîyê de ye ku lazime hikumet zêdetir alî qurbanîyan bike, dibêje: “Em têdigihîjin ku pêwîstîyên xelkê Helebçe hene. Em zanin ku doza wan bi şêweyeke navnetewî tê nasîn lê belê Helebçe hêj jinûve nehatîye avakirin. Ji ber wê jî, Hikumeta Herêma Kurdistanê (KRG) biryar daye ku di nav salek an du salan de bala xwe bide ser Helebçe û cihên din yên ku jahr lê belav bûye da ku em qet nebe tiştekî bikin jibo ku jîyana wan ya bi zehmet di paşerojê de parîkî çêtir be.”

Felah Bekir dibêje karbidestên Kurd hîvî dikin ku di paşerojê de êrîşa Helebçe ne wek sembola zordestîya Saddam Huseyn bê bi bîranîn lê belê weke bizaveke ku yekgirtina xelkê Iraqê hêsantir dike bê bi bîranîn.

XS
SM
MD
LG