Peyama Serok Bushî bi helkeftina serêsalê û Newrozê;
"Ez pîrozbahîya ji bo wan dişînim ewên ku şahîya Newrozê dikin. Newroz demeke taybet e jibo spasguzarîyan şahîya û bixêrhatina sala nû ye ji bo milyonan xelkê seranserê cîhanê, ewên rehêt wan digehîne Îran, Iraq, Afganistan, Tirkîye, Pakistan, Hindistan û Asyaya naverasat.
Eve hezaran sal in ev roje bûye delîveyek jibo malbat, heval û xoşdevîya, da bi gihîjin hev bo dîyar kirina minêkarîya xwe jibo sala buhorî û bi giyaneke nû hîvîya nû bikeneve.
Amerîka bi dewlemendîya kulturên cuda cudayên xelkê meqayîm e. Kerem digel me hatîye kirin ku em welatek in bixêrhatina xelkê ji hemu nijad û ol û kultura dikeyn.
Pîroz kirina Newrozê rêzgirtin e li bihayên binemal û tor û kevneşopan û alîkarîya parastina vê şêweyê, bê hemberî pêkhatê welatê me ye.
Laura û ez em hîvîyên geş dikin û silametî û dilxweşîya li hatina sala nû dikeyn."
G.W. Bush