Serok wezîrê Berîtanî Tony Blair dibêjit girtina 15 serbazêt hêza deryayî yêt Berîtanî ji layê Iranê ne rewaye û xeletî ye.
Birêz Blair herwesa wan tometêt Iranê ret kir ku dibêjin ew 15 serbazêt Berîtanî çûyne nav avêt Iranê berî bêne girtin li roja eynî.
Iranê ragehand ku wan Berîtanîya pênas kirye ku ew bi nekanonî çûyne nav avêt Iranê.
Karbidestêt Iranî dibêjin rewşa saxlemî ya wan serbaza başe û li Tehranê ne. Berîtanya û Yeketîya Ewropî daxaza azad kirna demûdesta wan serbaza diken, ku 14 mêrin û yek ji wan jine.
Hêza deryayî ya Iranê ew 15 serbazêt Berîtanî li avêt Şet El-Ereb, nêvbera Iran û Iraqê, girtin.
Sê sala berî nuke, hêzêt Iranî heşit serbazêt Berîtanî her li wî cihî girin û sê roja piştî hingî hatin berdan.