Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Olmert xweş e ku bibe mêvan di kombûna Ereban de


Serokwezîrê Îsraîlê Ehud Olmert dibêjît dudil nabit heke bo kombûneke bilind ya herêmî ya Erebî bête mêvan kirin.

Serokwezîrê Îsraîlê evro got ew dê bi çavekî baş berê xwe bidetê heke bo kombûneka bilind ya Erebî bête mêvan kirin.

Serokwezîrê Îsraîlê li konferanseke rojnamevanîyê li Urşelîm-Qudsê digel Bawerpêkerê Giştî yêt Neteweyêt Yekgirtî Ban Ki-moon ev têbînîye dan.

Bi alîyekî dî ve Wezîra Derve ya Amerîka Condoleezza Rice evro li Ammana Urdunê digel Şah Abdullah û serokê Felestînî Mahmud Abbas kom bû.

Piştî hingî li ber e wê biçîte Urşelîm-Qudsê, da carekî dî digel serokwezîr Olmert kom bibit. Çaverê tête kirin xanim Rice bernamekê dîyar biket bo pitir danûstendinan li ser pirsên bi asteng di navbera Îsraîlê û Felestînîyan.

XS
SM
MD
LG