Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran dibêje ew pênasîna 15 deryavanan belav naket


Îran dibêjît 15 deryavanêt Brîtanî ku girtine li Îranê pênasîn kirîye ku hatibûne di nav ava Îranê da.

Evro ragihandina Îranê got ew pênasîna wan belav naket, çûnkî Brîtanya reftara xwe baştir kirîye. Raportê çi yê dirêjtir negot.

Roja yekşembî televîzyona El Alem ya dewletê li Îranê du serbazêt Brîtanî yêt girtî nîşa dan demê li pêş nexşeka Kendava Farisî rawestabûn û got 15 deryavanêt Brîtanî dinav ava Îranê da bûn.

Yek ji wan got reftareka baş digel 15 deryavanan hatîye kirin ji alîyê Îranîyan ve.

Wezareta Derve ya Brîtanya got ew nîşadanêt televîzyonê cihê qebûlê nîne û Brîtanya rijdîyê diket ku ew deryavan dinav ava Iraqê dabûn demê hatîne girtin li 13ê meha buhorî.

XS
SM
MD
LG