Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmedînejad biryara berdana deryavanên Brîtanî da


Serokê Îranê Mahmud Ahmedînejadî biryara azad kirina 15 deryavanan wek dîyarîyeke bo gelê Îngîlîz ragihand.

Ahmedînejadî got " Ew koma endamên hêzên deryayî hatîye efu kirin." Wî got ew bi gotina wî ji zêdegavîya Brîtanyayê li ser ava Îranê aciz bûye û got hikumeta Londonê hin wêrek nîne ku pênasînê bi rastîyê biket.

Rêberê Îranê ew biryar li konferanseke rojnamegerîyê ya dirêj li Tehranê ragihand û têda navên çend sûreyên Qur'anê înand û rexneyên tund li rojavayê, bi taybetî li Brîtanyayê û li Welatên Yekgirtîyên Amerîkî girtin, ji ber kiryar û rêbazên wan.

Mahmud Ahmedînejadî pesna koma pasdaran da, ya ku ew deryavanên Brîtanî berî nêzîkî du heftîyan girtîn û madalyayek da qumandarê pasdaran. Dura ji nişkêva serokê Îranê got ew serbazên Brîtanî dê bêne berdan.

Paş konferansa rojnamevanîyê serok Ajmedînejad yekser çû û digel wan serbaz û deryavanên girtî yên Brîtanî kom bû.

Çaverê tête kirin ku ew roja pêncşembîyê birêve bikevin bo Brîtanyayê.

Li Londonê serokwezîrê Brîtanyayê Tony Blairî pêrgînî li wê biryara Tehranê kir. Blairî di daxuyanîyeke kurt da got wî pê xweş e ku 15 deryavan hatine berdan.

Li Washington jî peyivdarekî Wezareta Derve ya Amerîka pêrgînî bi wê biryara Îranê kir.

Guhdar û xwendevanên Dengê Amerîka, li ser vê babetê hevkarê me Birusk Tugan li ser bernama demjimêr 2ê paş nîvro ya roja 04/04/2007 raportek amade kirîye û têda hevpeyvîna xwe ya digel Seyruz Bîna yê Zankoya Minesota belav kirîye. Eger hun bixwazin guh bidine wê raport û hevpeyvînê li ser înternetê heta çarşema heftîya were ew bernama 2ê paş nîvro ya roja çarşemê belav dibe.



XS
SM
MD
LG