Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran sengîyê dide ser rojnamevanîya Kurdî 


Îran sengîyê dide ser rojnamevanîya Kurdî 
Îran sengîyê dide ser rojnamevanîya Kurdî 

Desthilatdarên Îranê heftenameyeke Kurdî ya bi navê Peyamî Kurdistan berbend kirîye. Peyamî Kurdistana ku bi zimanê Kurdî û Farisî ye li Mahabad dihat çap kirin û li Îranê li herêmên Azerbaycana Rojava, Ilam, Kurdistan û Kêrmanşah dihate belav kirin.

Çavdêrên mafên mirovan dibêjin Îranê tepeserkirina rojnamevanên Kurdê Îranê zêde kirîye. Desthilatdar girtina Kîa Cîhanî didomînin ku jibo demeke dirêj alîkarîya Kurdistan TV ya bi zimanê Kurdî dikir. Ew di 24ê meha du-Sibatê da hatibû girtin. Du rojnamevanên din yên bi navê Adnan Hasanpur û Kawa Ciwanmerd jî jibo çend mehan hatine zîndan kirin.

Komeleya çavdêrîya azadîya rojnamevanîyê Reporters Without Borders ango bi Kurdî Peyamhinêrên bê Sînor daxuyanîyekê belav kir û têde dibêje rewşa rojnamevanên Kurdên li Îranê xerabtir bûye. Dibêje “ Her çiqas diçe zêde dibe ku ew bêy jibo demek dîyar kirî têne girtin, nahêlin ku heya kesî ji wan hebe û karbidest pêwîst nabînin ku heya parêzeran ji wan hebe an jî ji wan re parêzerek peyda bikin.”

Wezareta Derve ya Amerîka di raporta xwe ya dawîtirîn ya mafên mirovan da dibêje Îran bi şêweyeke tund azadîya rojnamevanîyê sînordar dike. Li gorî Qanuna Cezayê ya Îranê “her kesê ku bi her awayî propogandayê li dijî dewletê bike” dê bête zindan kirin, ku ev jî tê wê maneyê ku hikumet her kî bixwaze dikare têxe zindanê. Qanun herwisa belav kirina agahîyên ku karbidestên hikumetê û karbidestên olî pê ture bibin jî qedexe dike.

Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî xema xwe dîyar kirîye li ser tepeserkirina tundî ya Kurdan û xelkên din yê kêmanîyê li Îranê ji alî hikumetê ve. Di sala 2006 de, zêdeyî du sed û pêncî Kurd hatibûn girtin û tê ragihandin ku sê jî di şer û lêkdanên digel polîsan de hatine kuştin.

Peyivdarê Wezareta Derve ya Amerîka Sean McCormack dibêje divê Îran wan girtî û zindanîyên ku dev ji doza mafên xwe yên cîhanî bernadin berde û dibêje:

“Tepeserkirina rejîmê tesîrê dide ser kêmanîyên olî, xwendekaran, jinan, yekîtîyên karkeran, rojnamevanan û kesên akademîsyen. Em bi rêya Neteweyên Yekgirtî û hikumetên bîyanî û rêkxistinên nehukmî tevî civata navnetewî kar dikin ku balê bikşînin ser Îranê û ji alî wê domandina tepeserkirina hevwelatîyên wê û herwisa bipêşvexistina rewşa xemgîn ya mafên mirovan li wî welatî.”

McCormack, Peyivdarê Wezareta Derve ya Amerîka got “Welatê Yekgirtî yên Amerîka ji rejma Îranê dixwaze ku tepeserkirin û zordestîya li ser hevwelatîyên xwe rawestîne û rêze bigre li mafên hemu xelkên Îranê.”


XS
SM
MD
LG