Bi deha hezaran piştevanêt Şî'a yêt tundrê Muqtada El Sadr bersiva daxwaza wî dave ku xwenîşandaneka mezin biken evro li bajarê Necefê. Peyamhinêra Dengê Amerîka Margaret Basheer li Bexda ev raporte hinartîye:
Xwenîşander li çaremîn salvegera standina Bexdayê li bajarê Necefê kom bûn. Wan kire qîrîn "Dagirker derkeve" û alayên Iraqê û diruşmên li dijî serok Bush û Amerîka bilind kirin.
Gelek beşdarên ji Bexda û ji bajêrên dî, ji bajêrê Kufa ber bi Necefê ve bi pîyan çûn. Parastin tund bû û hatin û çûna otomobîlan ji duşembî heta sêşembî qedexe kiribû.
Muqtada El Sadr gazî piştevanên xwe kiribû ku xwe ji hebûna hêzên Amerîkî û yên dî yên bîyanî li Iraqê nerazî biken.
Karbidestên Amerîkî dibêjin ew ji ber bizava parastinê ya vê dawîyê revîye û çûye Îranê.
Li şûna Sadr peyivdarê wî yê endamê parlamentoya Iraqê Nasir Rubeî gotarek xwend û got ''Neyarê dagirker niha jî dest davêjîte ser bilindîya gelê Iraqê."
Melayê Şî'a Abdulwahî El Muhammedawî gazîya ji Iraqê derêxistina hemî serbazên Amerîkî kir û got hebûna bingeheka leşkerî bi her awayî li wî welatê Misilman nayête qebûl kirin.