Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bexda şeş kes hatin kuştin û 13 jî brîndar bûn


Polîsên Iraqî dibêjin li êrîşa hêzên Amerîkî û Iraqî bi helîkopteran li ser çekdaran li nav Bexdayê şeş kes hatîne kuştin û 13 jî brîndar bûne.

Ew şerrê dijwar li taxê El Fadil yê Sunnîyan bû.

Leşkerê Amerîka dibêjît teqe li du helîkopteran hatîye kirin lê ew helîkopter bi silametî gehîyane bingehên xwe.

Her îro li du gotina polîsan li du êrîşên bombeyan li Bexda û bajêrkekî bakûra rojhilatê, bikêmîve 21 mirov hatine kuştin û 40 jî brîndar bûn. Li du gotina wan jinikeke xwekuj îro bombeyên bixweve girêdayî li pêşîya navenda wergirtina kesên ku dixazine bibine polîs peqandin.

Li wê êrîşa bajêrkê Muqtedîye yê bi pirranî Sunnî 16 mirov hatine kuştin û 33 jî brîndar bûn.

Her îro Leşkerê Amerîka kuştina çar serbazên Amerîkî, roja duşembî li Iraqê ragihand.

Li Kerkukê jî polîsek hate kuştin û peyamhinêrê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka Yehya Berzincî dibêjît termên du kesên ji xelkê sîvîl hatine vedîtin. Hun dikarin li wê raporta peyamhinêrê me li ser bernama 10ê Nîsanê sala 2007 ya li demjimêr 2ê paş nîvro bi dema Washington guhdarî bikin.

XS
SM
MD
LG