Wezîrê berevanî yê Amerîkî Robert Gates ragehand ku demê xizmeta serbazêt leşk irê Amerîkî li Iraq û Afganistanê ji 12 mehan bu 15 mehan dête dirêj kirn.
Gates roja çarşembî gote peyamhinêran li dîv fermana nu, ku demûdest kar pê dête kirn, serbazêt Amerîkî bu 15 heyvan xizmetê diken û bu demê ne kêmtir ji 12 heyvan li welatî, Amerîka, dimînin.
Roja yekşembî karbidestêt wezareta berevanî ragehand ku wan nizîkî 13 hizar serbazêt Garda Niştîmanî agehdar kirîne ku buheye ew li heyva 12 bu Iraqê bêne hinardin. Bu zorîna wan garda, eve gera duwema xizmeta wane li Iraqê.