Bilindtirîn karbidestê leşkerî yê Tirkîye daxwaza ketina nav erdê Iraqê dike jibo ku ew li wir bidine dû serhildayên Kurd.
Komandarê Hêza Leşkerî ya Tirkîye General Yaşar Buyukanit got bidûketina milîtanên Kurd yên Tirkîye ku li bakûra Iraqê xwe bi cîh kirine pêdivîyeke leşkerî ye. Belê got wî hêjta daxwaza destûra sîyasî nekirîye.
Ji ber ku di buharê de hêdî hêdî rêya çîyayan vedibin, li başûra rojhilata Tirkîyê dema kiryarên mezin yên leşkerî ye li dij cudaxwazên Partîya Karkerên Kurdistanê.
Rêberê Kurdê Iraqê Mesud Barzanî huşdarî dabû û gotibû eger Ankara têkilî nav bakûra Iraqê bibe, wê Kurdên Iraqê jî têkilî bajêrên Kurdan bibin li Tirkîye.
Serokwezîrê Tirkîye Recep Tayyîp Erdogan roja duşemê gotibû ku wê Kurdên Iraqê bedeleke giran bidin eger ku têkilî Tirkîye bibin.
Peyivdarekî Wezareta Derveya Amerîka Sean McCormack bi bîna fireh bersiva çavtirsandina Tirkan da li ser kiryarên derbazbûna bi ser sînor da û got lazime tu alî guh nede rêyeke bi vî awayî.