Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Musilê bi hêrîşeke xwekuj ser bi bingeheke PDKê ve 11 kes hatin kuştin

Bi hêrîşeke xwekuj, bi otomobîleke bombebarkirî li ser bingehekê Partîya Demokrata Kurdistanê li Musilê, bikêmîve 11 kes hatin kuştin û 25 kesên din jî birîndar bûne.

Di derbarê vê hêrîşê de peyamhinêrê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka Emîr Goran ji Musilê raportek hinartîye. Ger hun bixwazin guh bidine wê raportê. ji kerema xwe re li nav dengûbahsên demjimêr 2ê piştî nîvro yên bernameyên radyoya Dengê Amerîka guhdarî bikin.

Herwisa li seranserê Iraqê bi hêrîşên bomba, bi kêmîve 45 kes hatine kuştin û zêdeyî 75 kes jî brîndar bûne.

Bi hêrîşa herî xwînrêj li taxa Ramadî li nêzî xwaringehekê bi teqandina otomobîleke bombebarkirî bikêmîve 19 kes hatin kuştin.

Li bajêrokê Baquba ya 60 kîlometre li rojhilata bakûra Bexda teqîna otomobîleke bombebarkirî bû sebebê kuştina 10 kesan.

XS
SM
MD
LG