Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Borîs Yeltsinê 76 salî ji ber dilê wî rawestîya, mir


Boris Yeltsin, serokê yekemê Rusyayê ku bi hilbijartinên azad hatibû hilbijartin, ji ber ku dilê wî rawestîya, di temenê xwe yê 76 salî de mir.

Peyamhinêra Dengê Amerîka Lisa Mcadams ji Moscowê radighihîne ku yek ji kesên ku pêşî mirina rêzdar Yeltsîn nirxandîne, Mikhail Gorbachev bûye ku Yeltsîn di kar da şûna wî girtibû li sala 1991. Dibêje herçiqasî gelek çewtîyên giran jî kiribûn, Yeltsin jibo Rusyayê gelek tişt kiribûn.

Serokwezîrê berê Sergei Stephasin pesnê rêzdar Yeltsin da û got wî rê li ber şerrekî navxweyî girtibû li Rusyayê û hem jîyana xwe hem jî karê xwe fîda dikir dema ku li Tebaxa sala 1991, li derveyê Qesra Sipî ya Rusyayê li dijî bizava destveguhestina hikumetê ya bi zordarî ya Sovyetê, hilkişîya ser serê tanqekê û rawestîya.

Belê Viktor Kremenyukê ji Enstîtuya Amerîka û Kanada ji Dengê Amerîka re got ew di wê bawerîyê de ye ku wê kesek li Rusyayê zêde bi mirina Yeltsin ne hisse.

Dibêje: "Dibe ku piçek bînin bîra xwe û qedeheke din vodka bê vexwarin, lê belê jê û pêde ez bawer nakim ku xelk jibo tu tiştekî ew bînin bîra xwe. Di dema hukmê wî de gendelî hebûn, nerêkî hebûn û hin bizavên bê encam car carna dibûn. Wek mînak, gullebarana parlamanê, şerrê li Çeçenistanê, krîza aborî ya 1988. Yanî di dema hukmê xwe de tu tiştekî nekirîye ku bêhna xelkê pê fireh bibe."

Wezîrê Berevanîya Amerîka Robert Gates'ê ku bi seredan li Mokowê ye sersaxîya xelkê Rusyayê kir û jibo Yeltsin got ew kesayetîyekî girîng bû di dîrokê de.

Rêzdar Yeltsîn malxweyî yê jina xwe Naina, du keçên xwe û gelek nevîyên xwe bû. Şîn ango behîya wî wê hêj bête amade kirin.

XS
SM
MD
LG