Nexweşîya di navbera du alîyan de di destpêka vê mehê de destpêkir dema ku rêberê Kurdên Iraqê Mesud Barzanî gefe li Tirkîyê kir ku eger Ankara dest dirêjî bakûra Iraqê bike ew dê jî li herêmên Tirkîye yên ku xelkê lê dijî Kurd in, teşqele derînin. Leşkerê Tirkîye ku bi wan gotinan ture bû gefe kir ku li nav bakûra Iraqê hêrîşan bike li dij serhildayên PKKê, heke ku Hikumeta Herêma Kurdistana Iraqê wan nexe jêr kontrola xwe. Tirkîye, Yekîtîya Ewropa û Welatên Yekgirtîyên Amerîka Partîya Karkerên Kurdistanê, ango PKKê wek komeleyeke terorîst dihesibînin.
Bi dîtina hin çavdêran, kêşe aloz bûye ji ber plana Iraqê ya ku îsal referandumê bike li ser rewşa dawîn ya Kerkukê, ango wî bajêrê ku bi giştî Kurdî ye û ji alî niftê ve dewlemend e û ku Kurdên Iraqê dixwazin bikin perçeyeke herêma xwe ya serbixwe li bakûra Iraqê. Rêberên Tirka huşdarî dane ku ew dê nehêlin Kerkuk têkeve jêr kontrola Kurdan.
Belê Henri Barkey, mamosteyê têklatîyên navneteweyî li zanîngeha Lehigh li Pennsylvania dibêje xema Tirkîyê ne bi giştî Kerkuk e, dibêje;
“Bê guman mesela Kerkukê pirsgirêkek e jibo Tirkîye her ku rê dide Tirkîye da kare tiştan li ser bakûra Iraqê bibêje. Gelek karbidestên Tirkîye eşkere dibêjin ku mesela eslî ji bo wan ya stratejîk e. Mesele bipêşvexistina îhtîmala Kurdistaneke serbixwe ye li bakûra Iraqê. Mesela Kerkukê jî ew e ku ew dê jibo Kurdistanê bibe jêder. Û jêder jî dikin ku welatek karibe bijî û kêmtir tesîr li serê bê kirin. Ev bixwe jî tirsa herî mezin e.
Gelek şareza dibêjin rêberên Tirkîye ditirsin wê Kerkuka ku ji sedî çil nifta Iraqê lê dertê, Kurdên Iraqê bike xwedî hêz ku ber bi serxwebûnê ve biçin û ev yek jî dinav 15 milyon Kurdên Tirkîye de bibe hîvîyek jibo heman armancê. Belê hin şareza jî vê şikê dikin ku ka gelo çima Tirkîye di xema Kerkukê de ye jiber ku nifta Kerkukê ji ser erdê Tirkîye digihîje Behra Sipî. Yek ji wan şarezayan Henri Barkey’ê ji zanîngeha Lehigh e ku di wê bawerîyê de ye ku serxwebûna Kurdên Iraqê jibo Tirkîye ne xirab e, dibêje:
“Dibe ku ev li şûna tesîreke negatîv, bandoreke pozîtîf bide ser Kurdên Tirkîye. Ger Kurdên Iraqê serbixwe bin û bi Ankara re têklatîyek baş deynin wê demê Kurdên Tirkîye wê nexwazin tevlî PKKê bibin û bibin dijê hikumeta Ankara ya ku ji Kurdên Iraqê re baş e.”
Hin şareza dibêjin Tirkîye dibîne ku herêmeke Kurdan ya serbixwe her diçe çêdibe û hiştîye ku kar û bizavên aborî bi serbestî bigihîje bakûra Iraqê. Bi dîtina dîplomatê berê yê Amerîka Peter Galbraith ku li ser Kurdan şarezayeke e, ev yek parîyekî realizmê nîşan dide dinav rêberayetîya Tirkîyê de. Galbraith dibêje;
“Nêrîna Tirkîye ya li pirsa Kurdî zêde pragmatîk e. Hema bêjin herkes li Tirkîye kare bêje wa hêj vêgave Kurdistana serbixwe heye û zêde tiştekî ku Tirkîye karibe di derbarê vê yekê de bike nîne. Tişta balkêş ew e ku bi tebî’î berê Kurdistana Iraqê li rojavayê ye û ev yek jî tê wê man’a yê ku berê wê li Tirkîyê ye. Û gelek tiştên Tirkîye û Kurdistana Iraqê weke hev in. Herdu jî sekuler in (ango ilmanî ne), herdu jî piştgirîya rojavayê dikin, herdu jî dixwazin bibin dewletên demokratîk û herdu jî welatên ne Ereb in. Ji ber vê jî dema ku Tirkîye li Kurdistana Iraqê dinihêre hin ji wan ew wek tirsekê dibînin hin ji wan jî wê wek cîyekî ku li dijî tundrêyîya Îslamê ye dibînin”
Belê hin şareza jî dibêjin helwesta Ankara girêdayî helwesta dewleta paşerojê ya Kurdan e li Iraqê ku ka gelo dê ew piştevanîya terorîzma dijî Tirkîye bike an na.
Lêvekol Soner Çaxaptayê li Enstîtuya Rêbaza Rojhilata Nêzîk li Washington, dibêje heta ku serhildayên PKKê ji bingehên li bakûra Iraqê hêrîşan bibin ser Tikrîyê, navbera Kurdên Iraqê û Tirkîye baş nabe.
Dibêje“Ger mesela PKKê ku wek strînek e di têklatîyê de, ji navê derkeve, mirov dikare bibîne ku têklatî ber bi normalîyê ve biçe û wê Tirkîye û Kurdên Iraqê bibînin ku li ser gelek meselan nêrînên wan wek hev in. Jibo ku ev yek bibe, lazime Kurdên Iraqê dev ji hewandina PKKê berdin û dest bi bizavekê bikin li dijî vê komela terorîst ya ku bingehên wê li ser erdê jêr kontrola du partîyên Kurd e.
Herçiqasî hin şareza bibêjin PKK jibo Tirkîye pirsgirêkeke taktîk e lê ne ya stratejîk e jî, gelek ji wan hevbîr in ku lazime Kurdên Iraqê ev mesele bînin zimên. Û Henri Barkey’ê ji zanîngeha Lehigh dibêje Kurdistanake serbixwe nebe jî lazime ev yek bê kirin û didomîne;
“Her wek cêbicêkirina Federalîzmê be jî li bakûra Iraqê lazime ew, mesela PKKê çareser bikin. Tu rêyeke din nîne. Lazime herdu alî jî ev mesele bêdeng û veşartî dinav hevde çareser bikin. Belê mixabin ev şerrê bi gotinan ya ku dibêje te çi bi min kir ez ê jî wê bi te bikim, alîkarîya tu alîyan nake. Ev dike ku tu alî nikaribe wer ser mêza danûstandinê û ji ya xwe were xwarê.”
Rêberên Kurdên Iraqê û hikumeta Bexda huşdarî dane Tirkîye eger ku ew kiryarên leşkerî ji ser sînor bibe ser bakûra Iraqê dê li ber wê, berxwedaneke mezin bi qewime. Belê hin şareza dibêjin berxwedan girêdayî şêweya çûna hêzên Tirkan e ser bi welatî ve; bi ma’nîya ku eger komandoyên Tirkan bi dizzî bi du serhildayên PKKê bikevin li bingehên bakûra Iraqê, wê demê dibe ku Kurdên Iraqê xwe jêre kher bikin û hebûna kiryaran înkar bikin.