Polîsên Iraqê dibêjin êrîşkerekî xwekuj bi lorîyekê li derveyê Ramadî bi kêmîve 15 mirov kuştîne. Ew dibêjin di peqyanê de 25 kesên dî jî brîndar bûyne.
Berî hingê komeleyeke serhildayan ya bi El Qaîdeya Iraqê ve grêdayî got ew bi kuştina neh serbazên Amerîkî roja duşembî rabûye, yek ji hêrîşên herî xirab li dijî leşkerê Amerîkî ji dagirkirina sala 2003ê were, ew rêxistîya bi navê Dewleta Îslamî ya Iraqê îro bi daxuyanîyeke li ser înternetê, berpirsyarîya wê êrîşa xwekuj wergirt.
Li wê êrîşa nêzî Baquba 20 serbazên Amerîkî jî brîndar bibûn. Li nêzîkî Baquba îro komeke çekdaran bi cil û bergên leşkerê Iraqê bi ser gundekî da girt, şeş mirov kuştin û hindek mal jî şewitandin.
Li Bexdayê dewr û berên balyozxaneya Îranê du bombe peqîyan û çar kes brîndar bûn.
Ji alîyê dî ve leşkerê Amerîka dibêjît hêzên hevpeymanan li Bexda û Felluce deh bergumanên terorîstîyê girtîne, komeke çekan vedîtîye.