Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Amerîkî kamyoneka tijî kereste yêt peqîna ji nav bir


Leşkerê Amerîkî li Iraqê ragehand firokêt şervanêt wan kamyoneka tijî kereste yêt peqîna nêzîk bajêrê Felluce ji nav bir, li demê polîsê Iraqî ragehand çekdaran bi kêmîve 13 kes li Bexda kûştin.

Leşkerî got roja heynî piştî wan pirs û vekolîn kirin digel çekdarêt ku li Felluce girtibin wan kamyona bombe kirî destnîşan kir.

Li Bexda roja şembî polîsa ragehand çekdara teqe li otombêlekî kir ku li devera Sunnî û Şî’e hat û çu dikir, di encamda 4 siyarêt wê hatine kûştin, ku yêk ji wan karmendê biharîveçûna mirovayetî yê bu.

Jimareka peqînên bi narincukan li başora Bexda bu egerê kûştina sê kesan û birîndarbuna 10 kesên dî.

Polîsan got li devereka nêzîk Bexda çekarekî nenas pênc mirov kûştin û kesek birîndar kir dema teqe li otombêlkê kir.

XS
SM
MD
LG