Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bawer e ku wê hikumeta Tirkîye kêşeya hilbijartinê çareser bike


Wezareta Derve ya Amerîka dibêje ew bawer in ku wê hikumeta Tirkîye karibe her meseleyên li ser hilbijartinên serokatîyê ya welatî çareser bike.

Peyivdar Sean McCormack duşema îro got Amerîka di wê bawerîyê de ye ku pêvajoya demokratîk û destûrî wê li hember her pirsgirêkê bi serkeftî be.

Wî ev axaftin kirin rojek piştî ku 700 hezar xwenîşanderên sekuler ango piştevanên desthilata ne olî xwenîşandanek kirin li dij berbijar kirina Wezîrê Derve Abdullah Gul yê ku ji Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP)ya îslamî ye.

Leşkerê Tirkîye herwisa huşdarî da ku wê ew sîstema sekuler ango ne-olî ya hikumetê ya Tirkîyê biparêze.

Jiber vê kêşeyê borsa ya Tirkîye îro di destpêkê da ji sedî heyşt daket xwarê.
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan jî nîyet heye ku li ser vê rewşê ji gel re axaftinekê bike.

XS
SM
MD
LG