Serok wezîrê hikumeta Herêma Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Barzanî, roja şembî li avahîya wezareta derve ya Iranê digel wezîrê derve Manûçehir Muttekî kom bu.
Li kombuna nêvbera Barzanî û Muttekî basê rewşa Iraq û Kurdistanê li biwarên tenahî, sîyasî û abûrî hat kirn.
Birêz Barzanî digel şandeka Kurdî roja heynî gehiştine Tehranê û digel Elî Larîcanî serokê Civata Bilind ya Parastina Niştîmanî û Xulam Hûsên Muhsinî Êjeyî wezîrê parastina Iranî kom bu.
Seredana serok wezîrê Herêma Kurdistanê li dîv daxazeka fermî ya hikumeta Iranê ye.