Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kuştinên bi navê namusê li Kurdistana Iraqê


Kuştinên bi navê namusê li Kurdistana Iraqê
Kuştinên bi navê namusê li Kurdistana Iraqê
<!-- IMAGE -->

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îraqê daxwazê ji hikûmeta navendî ya Îraqê diket ku lêkolînê bidete kirin li ser bi navê namusê kuştina Dua Xelîl Eswada 17 salî.

Xatûn Eswad Kurdeke Êzîdî bû li ser olekî kêmanî. Dibêjin ew bû Misilman da ku şû bi Misilmanekî Sunnî biket. Ji ber hindê, ew li da ber ber û keviran u kuşt li Başûka --bajêrokekî Îraqê li derveyî desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Komeke bi çend sed kesan, digel malbata wê, an di wê kuştinkarîyê da beşdar bûn an jî hema berê xwe dayê. Li dû raportan, polîsê Başûka û her wesa serbazên ku hikûmeta Herêma Kurdistanê berî hingê şandibûn ji bo rawestandina wê kuştinê çi nekir; hema temaşe kir.

Ew kuştinkarîya bi sahm kêşa vîdeoyê. Dû ra zordarîya li dijî Êzîdîyên Îraqê destpêkir. Li Musilê, 23 zelamên Êzidî ji otobusekê înane xarê û dane ber tifengan û kuştin. Komeleke tundrê ya Îslamî berpirsîyarîya kuştina wan kesan wergirt.

Wezîrê Mafên Mirovan yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Yousif Aziz dibêjît kuştinên bi navê namusê li Kurdistana Îraqê belav in.

Wezîr dibêjît, ‘‘Ez dibêjim ew bi rojane diqewimin, hindek jin têne kuştin, hindek xwe disojin, veca gelek buyerên wesa diqewimin.’’

Li raporta xwe ya mafên mirovan ya salane ya dawîn, Wezareta Derve ya Welatên Yêkgirtî yên Amerîka dibêjît her çi qas Hikûmeta Herêma Kurdistanê qanûna xwe guhartibît ku kuştina bi navê namusê ciza biket jî, lê dîsa ew kuştinkarî berdewam in. Bizava Neteweyên Yêkgirtî li Îraqê dibêjît li herêma Kurdistanê di nav 4 mehên pêşîn yên sala 2006ê da pêtir ji 500 kiryarên bi navê namusê hatîne kirin – jin an hatînê kuştin, an bi awayên dî zordarî û reftarê xirab lê hatîye kirin. Her wesa sunneta jinan jî li Kurdistana Îraqê nehatîye qedexe kirin û li dû peyaman hêj berdewam e.

Parastina ji kuştinê û ji awayên dî yên zordarîyê mafekî bingehîn yê mirovan e, û garantî û piştrastkirina wî mafî berpirsîyarîya hikûmetan e.

Welatên Yêkgirtî yên Amerîkî digel jinên li hemî derên cîhanê ye ji bo xebata nehêlana zordarî û reftarên dî yên xirab. Bi peyivên Wezîra Derve Condoleezza Rice)ê, ‘‘Jin û mêr hemî dixwazin bi serbilindî û azad bijîn, û ew hemî hêjayî hindê ne.’’



XS
SM
MD
LG