Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cheney bi Melik Abdullahê Urdunê re kom dibe


Di axaftinê da duşema îro tevî meseleyên Iraq û Îranê, melikê Urdunê Melik Abdullah ji Cîgirê Serokê Amerîka Dick Cheney xwest ku alîkarîya çareserkirina pirsgirêkên danana aşitîyê bike li Rojhilata Navîn.

Di kombûnê da li seyrangeha melikî li Aquba, rêberê Urdunê ji Cheney xwest ku gavan bide avêtin di pêvajoya aşîtyê ya di navbera Îsraîl û Filistînê da ku wan herdu alîyan aştîyê li xwe kirine girêk.

Seredana Cheney bo Urdunê di Rojhilata Navîn de ya dawîn bû bi armanca wergirtina piştgirîyê bo aram kirina Iraqê.

Roja yekşemê Cîgirê Serokî li Qahîrê bi Serokwezîrê Misrê Husnî Mubarek re kom bûbû ku bi gotina şêwirmendekî Cheney axaftina wan li ser gelek babetan bûye.

Cheney li Rojhilata Navîn herwisa seredana Iraq, Erebistana Saudî û Mîrgehên Yekgirtîyên Ereban kirîye. Tevî mesela Iraqê axaftinên wî yên bi rêberên herêmê re herwisa li ser bi gotina wî çavdêrîya bizavên Îranê bûn yên bo desthilateke li herêmê.

XS
SM
MD
LG