Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Berhem Salih di demeke wisa de seredana Washington dike ku piştevanîya jibo şerrê Iraqê li vî welatî kêm bûye û Serok Bush û Kongresa jêr destê rikeberîyê li ser xercîya şerr li hev nakin.
Salih dibêje Iraqî ji nêz ve bala xwe didine miştûmira li Amerîka ya li ser kiryarên leşkerî yên li Iraqê û heya wan baş jê heye ku vekolînên gelerî nîşan didin ku Amerîkî li hember bipêşveketinên li Iraqê her ku diçe bê sebr dibin.
Dibêje lazime Welatên Yekgirtîyên Amerîka ev baş fam bike ku ev Iraqa ku bi dehan salan bi hukmê zordestekî bêzar bûye, jiber şerr per û baskê wê hatine şikandin û bi cudahîyên tîreyî di kulle, bi gotina wî niha li hember “bahoza terorîzmê” li berxwe dide.
Dr. Salih dibêje “De 11ê Îlonê bifikrin, ku ne tenê carek lê belê bi sedan car ev yek were serê we û di nîvê şerrekî wisa tund de li dijî neyarekî mirovkuj û bê esil û bêguman ku jêre terorîzm tê gotin, de were û enstîtuyên demokrasîyê û rêza bo qanun û mafên mirovan ava bike û xwe bigihîjîne wê tangê.”
Salih got ew bixwe jî û endamên din yên rêberayetîyê li Iraqê lazime di desthilatê de karekî baştir bikin. Belê Dr. Salih di axaftina xwe da li Navenda Woodrow Wilson’a ku komeleyeke rêbaza gelerî ye û bi taybetî li ser rêbaza navneteweyî kar dike, got, bi dîtina wî raya giştî li cîhanê li ser berxwedan û jêhatîbûna di çareserkirinê de û bi hêz bûna civaka Iraqê ya li hember tundûtûjîyê kêm dinirxîne.
Dibêje; “Xelk dikare di derbarê şerrê navxweyî yê Iraqê de bi peyive û xelk dikare li ser cudahîyên tîreyî yên Iraqê bi axive lê belê rêyeke din jî heye ku meriv li meselê binihêre: Her civaka ku her roj rûbirû be bi hovîtîyeke bi vî awayî neha ji mêjva bi temamî dinav şerrekî navxweyî da bû. Eve balkêş e ku qenî Iraq hêj bi temamî ne dinav şerrekî navxeyî da ye.”
Cîgirê Serokwezîrî li Capitol Hill hem bi karbidestên hikumeta Bush û hem jî bi qanundanerên girîng re kom bû. Dibêje ew şaş maye ji ber vî rengê partîzan li Amerîka li ser kiryarên leşkerî yên li Iraqê.
Salih dibêje hin îşaretên pozîtîf hene ku zêdekirina hêza Amerîka li Iraqê li hin deverên welatî jibo aram kirinê bi kêr hatîye û dibêje li parêzgehekê hin e’şîr dest bi şerrê dijî terorîstên El Qaîdeyê kirîye.
Wî herwisa got pirsgirêka xirabkarîya li Iraqê tenê bi rêyên leşkerî nayê çareser kirin. Belê wî dubare kir ku lazime hêzên li herêmê û civata navneteweyî piştevanîya çareserîya sîyasîya di nav Iraqîyan de bike. Dibêje heta ku ew roj were, ew Iraqîyên ku ji demokrasîyê bawerin wê bixwazin ku Welatên Yekgirtî yên Amerîka li welatê wan bimîne.
Dibêje; “Aramîya li Iraqê girêdayî lihevkirineke navxweyî ya Iraqîyan bixwe ye. Ew girêdayî bazareke mezin e dinavbera Iraqîyan de li ser şerrê dijî tundrêyan û terorîzmê. Lê belê ev yek tenê mimkune heke li herêmê lihevkirineke navnetewî piştevanî bide wê lihevkirina navxweyî. Ev tenê bi me na qede û nabe bi tenê ji alî hêzên derveyî ve jî bê kirin.’’
Rêzdar Salih ev axaftin dikirin di demeke wisa de ku qanundanerên Iraqî yên ser bi oldarê tundrê Muqtada El Sadr zorê didan ku qanunekê derbaz bikin ku tê de muhleta xwevekêşana hêza Amerîkî hebe. Çavdêrên li Bexda dibêjin dîyar nîne ku ka wê ev bizav bikaribe were tanga dengdanê û eger hat jî ew bawer nakin ku wê karibe ev qanun bê derbaz kirin.
Gelek ji piştgirên Serok Bush yên Komarî li Kongresê dibêjin eger Iraq bi rêyeke fermî daxwaza vekêşana Hêzên Amerîkî ji Iraqê bike, wê Welatên Yekgirtî ev daxwaz bîne cih.