Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Iraqî û milîsên Şî’a li Nasirîye bi hev ketin

Karbidestên Iraqî dibêjin di wî şerrê dinavbera Hêzên Iraqî û milîsên Şî’a de li Nasirîye bi kêmîve neh kes hatine kuştin.

Karbidestên Polîsan dibêjin çend kesên din jî li wî şerrê ku li ber destê sibehê çend demjimêr domîyaye birîndar bûne. Dibêjin herdu çekdarên ku ji hêza milîsî ya Leşkerê Mehdî yê Muqtada El Sadr, oldarê tundrê û hêzên Iraqî heta ku roj hilatîye li nav taxên bajêr mane.

Karbidestên tenahîyê dibêjin piştî ku polîs du milîsan bi şika ku destê wan di êrîşên dijî hêzên Amerîkî û Iraqîyan de hebûye girtine, ev şerr derketîye.

Di vê navê de Leşkerê Amerîka dibêje di lêgerîna sê serbazên winda yên Amerîkî da ku şik heye milîtanên El Qaîde ew revandibin, bi sedan kes lêpirsîn li wan hatîye kirin û 11 kes hatine girtin.

Leşker dibêje ji roja şemîyê û virda ye, ji dema ku li başûra Iraqê êrîş li beşa wan serbazan hatîye kirin û ew ji wî wextî ve ye winda ne heta niha hêzên hevalbendîyê û yên Iraqî bê rawestan li wan serbazan digerin.

Guhdarên hêja eger bixwazin li ser vê babetê zêdetir agahdar bin, di nav bernameyên me yên îro da guh bidine raporta peyamhinêra me Sirwa Abdulwahid, ku ji Bexda şandîye.

XS
SM
MD
LG