Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Iraqê 7 serbazêt Amerîkî hatin kuştin


Leşkirê Amerîkî kuştina hefit serbazêt Amerîkî li Iraqê ragehand.

Leşkirî ragehand ku şeş serbaz û zimangûrê wan bi peqîna bombekê roja şembî li rojavaya Bexda hatin kuştin. Herwesa serbazekê dî li başora paytextî hat kuştin.

Jimara serbazêt Amerîkî ku ewêt roja heynî li Iraqê hatîne kuştin gehişte 15 kesan.

Leşkirê Amerîkî roja yekşembî ragehand ku hêzêt hevalbendî heşit tîroristêt gumanlêkirî yêt ser bi El-Qayde kuştin û 34 kes girtin.

Herwesa bi peqîna otombîlekê li Bexda bi kêmî du kes roja yekşembî hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG