Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê şaneyeka tîroristî li Bexda hat girin


Leşkirê Amerîkî li Iraqê ragehand ku hêzêt Iraqî û hevalbendî rêberê şaneyeka tîroristîya gumanlêkirî girt û bi kêmî pênc xirapkar kuştin li çend hêrişeka li bajêrê Sedir li Bexda.

Li beyannameka leşkirî hatîye ku we bawer dête kirn rêberê gumanlêkirî berpirse biramberî înana çeka li Iranê bu Iraqê û hîn û fêrkirna çekdarêt Iraqî li Iranê.

Her li Bexda, desthelatdara got bi peqîna otombîlekê û hêrişêt bi hawina bi kêmî 5 kes li taxê Beya’a hatin kuştin. Li wan hêrişan 40 kesêt dî birîndar bun.

Herwesa li operasyonêt dijî giropa El-Qayde li Iraqê roja şembî hêzêt hevalbendî du tîrorist kuştin û 23 xirapkarêt gumanlêkirî li başora rojavaya Tacî girtin.

XS
SM
MD
LG