Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Afganî teqe li bi sedan kesan kir


Polîsêt Afganî evro teqe li bi sedan kesan kir ku li hêvîyê bûn xwenîşadanek bi alozkarî dijî fermandarê parêzgehekê li bakura wî welatî bikin.

Jêderêt nexweşxanê li Şebirban li paytextê herêma Cozcan dibêjin li wê lêkdanê bi kêmîve neh kes hatine kuştin û bi kêmîve 30 kesêt dî brîndar bûn.

Bi sedan xwenîşader xirvebûbûn û daxwaza ladana fermandarê parêzgeha Cozcan Cum'axan Demder kir.

Şahid dibêjin li xwenîşadanê alozkarî qewimîn li demê xwenîşaderan ber û keviran avêtîye avahîya hikumetê.

Karbidestêt herêmê dibêjin polîsan teqe kir da nehêlin xwenîşander derbazî avahîya hikumetê bibin.


XS
SM
MD
LG