Civata Dadwerîya Îranê ragihand sê Amerîkîyên Îranî ku li Îranê hatine girtin bi fermî bi tawana metirsîdarî bo ser parastina niştimanî û sîxurî kirinê hatine gunehbar kirin.
Peyivdarekî dadwerî bi navê Elî Riza Cemşîdî got Wezareta Agahîyê bi fermî Hale Esfendîyarî, Kîyan Taçbexş û rojnamevan Pernaz Ezîmê tawanbar kirîne. Lê wî roja dadgehkirina wan ranegihand.
Esfendîyarî rêvebera Pişka Rojhilata Navîn e li Navenda Navnetewî ya Woodrow Wilson li Washingtona paytext. Ew ewêt roja heyştê Gulanê li girtîxana Evîn li Tehranê hatîye desteser kirin piştî rêk bi wê nehate dan Îranê bihêlit.
Taçbexş şîretvanek endazyarî ye û ser bi Enstîtuya Open Society an ku Civaka Vekirî ye. Ewêt 11ê Gulanê li Tehranê hatîye girtin.
Kardarê milyarderê Amerîkî George Soros Enstîtuya Open Society damezirand bo piştevanî kirina demokrasî û mafên mirovan li cîhanê.
Rojnamevan Ezîmê ku bo radyoya Ferda kar dikir bo demekê hate zindanî kirin û nûke rêk bi wê nahête dan Îranê bihêlit.