Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Libnanê li kampa penaberan şerrekî dijwar didome


Li nêzî Tripolî li kampeke penaberan ya Felestînî dîsa şerrekî dijwar destpêkir dinavbera Leşkerê Libnanê û milîtanên Îslamî de.

Raportên agahîyê radigihînin ku tanqên leşkerî li ber derîyê kampa Nehr’l Berd civîyane. Piştî ku topbaraneke giran hate kirin di televîzyonê de nîşan dida ku kele dûwek ji deverê bilind dibû.

Di cîda dîyar nedibû ku ka gelo Leşker xwe amade dikir ku bigre ser kampa ku nêzî du heftîyan milîtanên Feth’l Îslam xwe lê veşartine an na.

Milîtanan daxwaza xwe dest danê ya hikumetê red kiribûn.

Bi hezaran penaberên Felestînî di çend rojên dawî de ji kampê derketibûn lê belê hêj hezarên din di nav kampê de mane.

Roja pêncşemê Leşkerê Libnanê gotibû ku serbazekî wan di şerr de miribû.

Heta niha bi kêmî 80 kes di vî şerrî de li kampa penaberan hatine kuştin ku 34 ji wan serbazên hikumetê ne, bi kêmî 24 milîtanin û hin ji wan jî xelkê sîvîlin.

XS
SM
MD
LG