Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzêt Hevalbendan li Iraqê şeş terorîstên berguman kuştine


Leşkerê Amerîkî li Iraqê radigihîne ku Hêzêt Hevalbendan şeş terorîstêt berguman kuştine û 18ên din jî desteser kirîne li çend hêrîşêt cuda cudayên daşikandina terorîstên ser bi El Qaîde ve li Iraqê.

Belavnameyeka leşkerî ragihand ku 10 terorîstêt berguman li Bexda hatine desteserkirin bi gumana hebûna têkelîyan digel endamekî bilindê komandar yê komela El Qaîdeyê li Iraqê û heft berguman jî li devera Tacî hatine girtin.

Heman dem Wezîrê Berevanîya Amerîka Robert Gates roja pêncşembî got Welatên Yekgirtîyên Amerîka bala xwe didete nexşeya pêşberbîneka dirêjdem ya leşkerî li Iraqê, her wekî rêkeftina wê ya leşkerî digel Koreya Başûr.

Birêz Gates got amadebûna leşkerî dê li ser şengisê rêkeftineka du-alî be digel Iraqê û bi vî awayî dê serwerîya hikumeta Iraqê tête parastin û şîyanêt hêzêt Amerîkî li wêrê êne vebirîn.

XS
SM
MD
LG