Komeleka ser bi El Qaîde li Iraqê dibêjit sê serbazêt Amerîkî yêt kuştîn, ku piştî hêrîşekê heyva buhurî li başura Bexda bê serûşûn çûbûn.
Komela Dewleta Îslamî ya Iraqê di peyameke vîdyoyî da ku li ser înternetê belav kir got, her sê serbaz piştî girtîn kuştibûn.
Termê yek ji wan serbazên Amerîkî berî du heftîyan li kenalekê hatibû dîtin. Peyama vîdyoyê dibêje herdu serbazên dî hatibûne kuştin û veşartin lê çi belge li ser hindê nedan.
Filmê vîdyoyê wêneyêt nasnamêt leşkerî yêt wan du serbazan jî nîşa da.
Peyivdarek Leşkerê Amerîkî General Kevin Burgner got filmê vîdyoyî çi belgêt misoger nîşan nadet li ser destûdarêt wan du serbazên berze û got Hêzêt Amerîkî û Iraqî hêjta li dûv wan digerîyn.
Li heman dem Leşkerê Amerîkî dibêjit evro li Bexda terorîstek berguman kuşt û yekî dî girt.