Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bush dibêje pêdivî nîne ku Rusya ji sîstema muşekan bitirse


Serokê Amerîkî George Bush dibêjît nepêdivîye Rusya bi tirsît li plana Amerîkî bo danana sîstema berevanîya muşekan li Ewropa.

Serokî li Prag gote peyamhinêran ku şerrê sar bi domahî hatîye û Rusya dijmin nîne.

Wî got ew kar dike da bawerîyê bi serokê Rusî Vladimir Putin bînît ku Amerîka û Rusya dişên pêkva kar bikin bo bersîng girtina gefeyan.

Serokî dubare gazî kire Rusya da hevkarîyê biket li pêşvebirina sîstemên berevanîyên muşekan, bizavên bersîng girtina gefeyên hevbeş.

Hêjayî gotinê ye ku birêz Putin gefe kirîye ku muşekên Rusî arasteyî armancên Ewropî biket eger ew sîstema berevanîya muşekên Amerîkî bêne danan.

Serokê Amerîkî li paytextê Komara Çekê bo peyamhinêran axift piştî kombûna digel serokê Çekê Vaclav Klaus.

XS
SM
MD
LG