Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Almanî 250 xwenîşander girtin


Polîsê Almanî got wan pitir ji 250 nerazîbûwan îro pêncşembîyê girtin li nêzîk percanê parastinê li dor cihê kombûna rêberên Gruba 8.

Berî hingê jî wan rê li çend qayîxan girtibû, ku bizavkarên jîngehê têdabûn û hewl didan jibo dîyar kirina nerazîbûnê derbazî herêma parastî bin.

Jimareka bizavkarên Greenpeace keftine nav avê.

Peyivdarekî komelê got bizavkaran hewl dida ku daxwaznameyekê bigihînin kombûna bilind, têda daxwaza pêngavan bikin jibo parastina jîngehê.

XS
SM
MD
LG