Karbidestên tenahîya Iraqê dibêjin çekdaran di hêrîşeke ser bi mala wî de sê zarokên serokê polîsên stana Diyala revandine û 14 kes jî kuştine.
Karbidest dibêjin jina serokê polîsan û du birayên wî û 11 nobetdar di êrîşa ber destê sibê de li Baquba li bakûra Bexda hatine kuştin.
Bi teqîna bombeyekê li cihekî din li Iraqê bi kêmî 34 kes hatine kuştin.
Li başûra Iraqê li bajêrokê Qurna, hema bê 60 kîlometre li bakûra Basra, li bazarekê ji nişkêva du bombe teqîyan û di encamê de 16 kes hatin kuştin û zêdeyî 30 kes jî birîndar bûn.
Li bakûra Iraqê, bi hêrîşeke bi bomba bi kêmî 18 kes hatin kuştin û 14 kes jî birîndar bûn li derveyê mizgefteke Şî'a li bajêrokê Dakok li nêzî Kerkukê.