Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sudanê qebul kir ku hêza aştîperez li Darfurê bê danan


Hikumeta Sudanê plana Neteweyên Yekgirtî û Yekîtîya Efrîqayayê qebul kir ku hêzeke aştîperez li devera wê ya Darfur'a perîşan bê danan.

Îro Sudan, Yekîtîya Efrîqa û Neteweyên Yekgirtî bihevre daxuyanîyek belav kirin û têda dibêje Sudanê pêşnîyara bi gotina wan "operasyona sivik" qebul kirîye piştî ku ji herdu civatên navnetewî di derbarê wê da daxuyanîyan wergirtîye.

Di daxuyanîyê da herwisa dibêjin Sudan, NY û YE rêkeftine li ser pêdivîya bi agirbesekê li Darfurê û herwisa pêvajoyeke sîyasî.

Sudan berê nedihişt ku li Darfurê hêza aştîperez ji alî Neteweyên Yekgirtî ve bê danan.

Neteweyên Yekgirtî di wê bawerîyê de ye ku bi serhildana ku li sala 2003 tundûtûjîyê aloz kir, li deverê 200 hezar kes hatine kuştin û zêdeyî 2 milyon kes jî, ji cih û warên xwe hatine derkirin.

Karbidestên Sudan, NY û YE, ev du rojin ku li bingeha Yekîtîya Efrîqa li Addis Ababa li ser wê pêşnîyara bo danana hêza aştîperez giftûgo dikirin.

Ajansa Associated Press radigihîne ku li dû vê plana nû hêzeke bi 17 û 19 hezar aştîperez wê li Darfurê bên bi cih kirin. Niha hêzeke bi heft hezar aştîperezên Yekîtîya Efrîqa li deverê ne lê belê heta niha nekaribûne tundûtûjîyê rawestînin.

XS
SM
MD
LG