Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmedînejad dibêje toleyên nû yên NY xema wî nîne


Serokê Îranê Mahmud Ahmedînejad dibêjit welatê wî di xema wê gefê da nîne ku jiber bernameya wê ya navokî pitir toleyêt Neteweyêt Yekgirtî liser bêne danan.

Di gotarekê da li ser televîzyonê evro wî got Îran biryarêt Neteweyêt Yekgirtî bo danana tolan bi çi hesab naket.

Civata Tenahîya Neteweyêt Yekgirtî du caran toleyan li ser Îranê danabûn jiber bernama xwe ya navokî nerawestandibû.

Amerîka û hevalbendêt wê Îranê binaskar diken ku bizavê diket çekêt navokî bi pêşve bibet. Lê Îran wê tawanê înkar û haşa diket û dibêjit bernama wê ya navokî bo armancêt aştîye.

XS
SM
MD
LG