Li şerrê ku gihîştîye heftîya pêncê, leşkerê Libnanê milîtanêt Îslamî li kampeka penaberan ya Felestînî nêzîkî Terablus evro topbaran kirin.
Hêzêt leşkerî bi piştevanîya tank û zirîpuşan bingehêt milîtanan li kampa Nehr'l Berd ya penaberan dan ber topan.
Pitir li 130 kes di şerrî de hatine kuştin.
Li heman dem li başûra Libnanê serbaz û aştîparêzêt Neteweyêt Yekgirtî nobetdarî li tixubê Îsraîlê kir, piştî roja yekşembî ji Libnanên muşek hatine avêtin û bi Îsraîlê keftîn.
Bi kêmîve du muşek bi Kiryat Shmona keftibûn ku eve cara yekê ye ewey par ku şerrî navbera Îsraîlî û milîtanêt Hizbullah destpêkirî. Hizbullah înkar û haşa diket ku dest di hêrîşa roja yekşembî da hebit.