Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl rê didete Felestînîyên Xezze derbazî Îsraîlê bibin


Ewey komela çekdar Hamas heftîya buhurî devera Xezze kontrol kirî, leşkerê Îsraîlê çar Felestînî kuştin û hêrîşa yekê ya hewayî kire ser wê deverê.

Di lêkdanekê de evro li Xezze çar Felestînî hatine kuştin û serbazek Îsraîlî bi rijdî birîndar bû.

Leşkerê Îsraîlê got herwisa hêrîşêt hewayî kiribûne ser du bingehêt havêtina muşekan li Xezze lê got çi kes nehatibû kuştin.

Ji alîyê mirovanîyê ve karbidestêt Îsraîlê dibêjin dê rêkê bidine Felestînîyêt Devera Xezze ku li derbazgeha Erez asê bûyne û pêdivî bi saxberîyeke saxlemîya demûdest heye ku derbazî Îsraîlê bibin.

Îsraîl herwisa razî bû ku rêkê bidete bîyanîyan bi rêka derbazgeha Erez ji Xezze derkevin.

Bernama xwarinê ya Cîhanî ya Neteweyêt Yekgirtî neh lorîyêt dîyêt jî kelûpelêt mirovanî hinartine Xezze.

Bi alîyek dî ve evro Îsraîlê peywendîyêt xwe digel serokwezîrê nûyê Felestînê destpêkirneve.

Wezîra Derve ya Îsraîlê Tzipi Livni gote Selam Feyyad danana hikumeta nû ya Felestînî ku Hamas têda nebit dê bîte eger ku ji gelek alîyan ve pêşveçûn bêne kirin.

XS
SM
MD
LG