Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li başûra Kerkukê bi teqîna kamyoneka bombebarkirî bikêmîve 16 kes hatine kuştin


Bi hêrîşeke xwekuj bi kamyoneke bombekirî li bakûra Iraqê, li başûra Kerkukê bi kêmîve 16 kes hatine kuştin û jimarek birîndar bûne.

Bi alîyekî dî ve bi hezaran serbaz lêgerînê li bakûr û başûra Bexda diken di heman wext da ku hêzên Amerîkî kiryarên xwe dijî El Qaîde li Iraqê û milîtanêt piştevanêt wan zêde kirîne.

Leşkerê Amerîkî dibêjît 41 xirabkar di lêgerîna da li parêzgeha Diyala hatine kuştin û pênc xirabkarêt dî li başûra Bexda hatîne kuştin û 62 berguman hatîne girtin.

Bi alîyekî dî ve şêlkeke gulletopa evro li Devera Kesk keftin lê behsê çi birîndaran nehatîye kirin.

XS
SM
MD
LG