Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Larîcanî û El Baredaî li Vîyana kom dibin


Wisa çaverê tê kirin ku danustandinerê serekî yê navokî yê Îranê îna îro bi serokê ajansa navokîya Neteweyên Yekgirtî re kom bibe ku li ser bernama navokî ya Îranê bi peyivin.

Wê tê bawer kirin ku danûstendina navbera Alî Larîcanî'yê Îranê û Muhammed El Baredaî'yê Ajansa Navokî ya Neteweyên Yekgirtî wê li Vîyana bê kirin.

Roja şembîyê çaverê tê kirin ku Larîcanî bi Serokê Rêbaza Derve ya Yekîtîya Ewropa Javier Solana re li Portekîzê kom bibe.

Li Îranê Wezîrê Navxweyî yê welatî Mustafa Pur Muhammed got 100 kîlogram uranyuma zaxkirî û zêdeyî 150 ton jî gaza uranyumê ya Îranê heye.

Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî du cure toleyên sivik danîbû ser Îranê jiber ku wê zaxkirina uranyumê ranewestandibû.

Uranyuma zaxkirî an bi kêrî çêkirina çekên navokî tê an jî jibo berhem kirina tîn û enerjîyê bi kêr tê.

XS
SM
MD
LG