Serokwezîrê Îsraîlê Ehud Olmert evro li Misrê digel serokê Felestînî Mahmud Abbas kom dibit.
Li kombûna bilind li havîngeha Şerm'l Şêx, serokê Misrê Husnî Mubarek û şahê Urdunê Şah Abdullah, ew jî dê amade bin.
Serokwezîrê Îsraîlê got çaverê ye pêşkeftineke berçav li danûstandinan naket lê got ew kombûn ya girîng bit jiber ku nîşana hindê ye ku her çar rêber digel aştîyêda ne .