Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sirbîstan li ser Kosovoyê xwe ji Amerîka aciz dike


Serowezîrê Sirbîstanê Vojislav Kostunica dibêje piştgirîya Amerîka ku dide Kosovo ya jibo serxwebûneke bi çavdêrî û bi kontoleke navnetewî, têklatîya Amerîka û Sirbîstanê xera dike.

Di daxuyanîyeke nivîsî de rêberê Sirbî got, bizava Amerîka ya jibo damezirandina bi gotina wî “dewleteke duwem jibo Albenî an ku Arnavutan li ser erdê Sirbîstanê, dê sererast têklatîya herdu welatan xera bike. Dibêje li dû Peymannameya Neteweyên Yekgirtî mafê Sirbîstanê heye ku bixwaze rêz li yekbûyîna erdê wê bê girtin.

Welatên Yekgirtîyên Amerîka û welatên Ewropî piştgirîyê didine plana nunerê Neteweyên Yekgirtî Martti Ahtisaari ya ku serxwebûneke bi çavdêrî û konrtola navnetewî dide Kosovo û piranîya gelê wê yên Albenî. Sirbîstan bi dijwarî li dijî wê planê ye.

Peyivdarê Civata Bilind ya parlamana Rûsya Sergei Mironov di wê bawerîyê de ye ku her biryaranameya bo serxwebûna Kosovo ya Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî wê ji alî welatê wî ve bête veto kirin. Wî ev axaftin kirin di dema miştûmirekê de digel Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jaap de Hoop Scheffer li ser radyoya Echo Moskovy.

Piştî ku NATO bi êrîşên hewayî û firrokan li deverê kiryarên leşkerî û polîsên Belgradê yên li dijî xelkê piranî yên Albenî ango Arnavutan rawestandibû, Neteweyên Yekgirtî ji sala 1999 heta niha desthilata Kosovoyê birêve dibe.

XS
SM
MD
LG