Yekîtîya Ewropî biryar da ku tenê li ser du beşên piçûk yên rêbazî bi Tirkîye re dîsa dest bi danustandinên sînordar yên endametîyê bike. Belê Yekîtîyê dest bi beşa sêyem ya li ser aborî û rêbaza pereyî nekir.
Almanya’ya ku serokatîya bi dorê ya Yekîtîyê vêcarê di destê wê de ye, di dora xwe ya şeş mehan de biryar dabû ku dest bi danustandinan bike li ser sê beşên 35 babetên ku ji bo endametîyê mecbûrî ne.
Belê dîplomatên li Brukselê duşema îro piştrast kirin ku balyozên 27 welatên Yekîtîya Ewropî beşa li ser aborî û rêbaza diravî, ji nav babetên danustandinê vekêşandine.
Ji bo wê guherînê tu daxuyanîyeke fermî nehatîye daan lê belê şareza balê dikşînin ser dijberîya tund ya serokê nû yê Fransa Nicholas Sarkozy li hember endametîya Tirkîye di Yekîtîyê de ku bi giştî xelkê lê dijî Misilman e.
Meseleyên li ser firehkirina Yekîtîya Ewropî lazime ji alî hemu welatên endam ve bêne pejirandin.