Roja duşemê li hêrîşeka xwekujî 12 kes li Iraqê hatin kuştin ku çar ji wan serokên eşîretên Sunnî ne.
Hêrîşbirekî xwekuj bombe bi xwe ve peqand li demê kombûneke rêberên eşîretan li hotêla El Mansur li navenda Bexda.
Serokên eşîretan beşek bûn li hevalbendîya li dijî El Qaîde.
Serok Bush got ev hêrîşe we nîşan dide ku pêdivîye Amerîka bi tundî piştevanîya Iraqê bike.
Li wê hêrîşa li hotêla Bexda û li çendîn hêrîşên dî li seranserê Iraqê roja duşembî 50 kes hatine kuştin.