Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Iraqê di rubarê Dicle de 20 cendekên serjêkirî hatine dîtin


Polîsên Iraqî dibêjin wan li başûra Bexda ji çemê Dicle 20 cendekên serjêkirî derxistine.

Hemu cendek yên zilaman bûne û dest û çîmên wan girêdayî hatine dîtin li gundekî Sinnîyan yê bi navê Selman Pak li kêleka çem.

Polîsê Bexda dibêje bi teqîna otomobîleke bombebarkirî li cihê ku otebos lê radiwestin, li ber destê sibehê di demek qerebalix de roja pêncşemê 21 kes hatine kuştin û 40ên din jî birîndar bûne li taxa Beyaa ya Şî'ayan.

Ji alîyekî din ve li navçeya Şorica bazirganî ya paytextê bi hêrîşeke hawanan bikêmîve du kes hatine kuştin û leşkerê Amerîka dibêje serbazekî Amerîkî jî bi teqîna bombeyeke li ser rê veşartî hatîye kuştin.

Li Basrayê jî leşkerê Brîtanya dibêje sê serbazên wan jî bi bombeyeke li ser rê veşartî hatine kuştin.

Di vê navê de Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî huşdarîyê dide ku bi gotina wî "nexşeyeke fireh û metirsîdar" ya tora terorîstî ya El Qaîde li Iraqê heye ku asayîş û aramîya welatên herêmê li hev xe.

Rêzdar Malikî roja pêncşemê li Bexda ev gotin di kombûna karbidestên Iraqê ya bo dijî terorîzmê kirin. Wî got li Iraqê zora El Qaîde bi dijwarî tê birin û ew jî endamên xwe dişîne welatên din yên ku lê dijayetî û pirsgirêkên tîreyî û olî hene.

Leşkerê Amerîka herwisa radigihîne ku roja pêncşemê li kiryarên nav Bexda pênc bergumanên terorîstî yên El Qaîde hatine girtin.

Hêzên Amerîkî dibêjin ew bi berdewamî Baqubaya parêzgeha Diyala li bakûra rojhilata Bexda ji tundûtûjîyê paqij dikin.

Karbidestên Amerîkî dibêjin ji heftîya buhurî, ji destpêka ''Kiryara Arrowhead Ripper" û virdaye, wan zêdeyî 265 000 pound birinc û arvan li xelkê belav kirine û 60 bergumanên El Qaîde girtine û 74ên din jî girtine.

Di van mehên dawî de parêzgeha Diyala bûye cihê dijwartirîn şerr û lêkdanan. Komandarên Amerîkî dibêjin milîtanên El Qaîde û şervanên din jibo ku ji kiryarên tenahîyê yên Bexdayê birevin li vê deverê xwe kom kirine.

XS
SM
MD
LG