Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi kêmî 26 tîroristên gumanlêkirî li Iraqê hatin kuştin


Li hêrişeka hêzên Amerîkî bu ser bajêrê Sedir li Bexda 26 tîroristên gumanlêkirî hatin kuştin û 17 kesêt dî hatin girtin.

Peyvdarê leşkirê Amerîkî, Christopher Graver roja şembî got ku ew hêrişa hêzên Amerîkî bi armanc bu ser toreka tîroristîya Iranî bu ku berpirsyare biramberî înana çekan bu Iraqê.

Li bajerokê Mehmûdîye, hêrişberekê xwekuj xwe peqand û bi kêmî 20 kes kuştin û 16 kesên dî birîndar kirn.

Herwesa hêzên hevalbendî ragehand ku wan bi kêmî 35 termêt vedîtî li goreka bi komel li bajerokê Feris, 35 kîlometra li başora Felluce.

Ji layekê dîve, du serbazên Amerîkî hatin tometbar kirn bi kuştina sê Iraqî yên bê çek.

Bu pêzanînên pitir liser hêrişa Mehmûdîye, fayla dengî ya servey vî perî kilik bike

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG